Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Qanûna Bingehîn Daxwaza Ser Cemidandina Hesabên HDP'ê Red Kir


Dadgeha Qanûna Bingehîn daxwaza serdozgerîyê ya ser blokekirina alîkarîya xezîneyê ya jibo HDP’ê red kir.

Wê dadgehê biryar da ku jibo pejirandina wê daxwaza serdozgerîyê ti sedem tune.

Li gor Qanûna Partîyên Sîyasî, salên hilbijartinê, alîkarîya xezîneyê sê qatên din zêde dibe.

Bi vê qanûnê, HDP’ê ji xezîneyê 600,343,000 lîra sitand, lê ew partî neket hilbijartinên 14’ê Gulanê.

Serdozgerîya Komarî jibo ser 400,228,000 lîrayên zêde yên jibo sala hilbijartina hatine dayîn tedbîr were ragihandin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da.

Qanûna Bingehîn bi biryara xwe ya îro ew daxwaz red kir.

Jêder: Ajansa Mezopotamya

XS
SM
MD
LG