Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Enqerê Îtiraza Ser Azadnebûna Demîrtaş Red Kir


Îtiraza dijî redkirina ser daxwaza berdana Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ku Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî (ECHR) biryar dabû ku ew were berdan, ji alîyê dadgeha jorîn ve jî hat red kirin.

Parêzerên Demîrtaş ser biyara ECHR’ê bo berdana wî serî li Dadgeha Cezaya Giran ya 19’an ya Enqerê dabûn, û li ser redkirina daxwazê li dadgehe jortir îtiraz kiribûn.

Dadgeha Cezaya Giran ya 20’an ya Enqerê sedemên neberdena Demîrtaş ya dadgeha jêrtir rast dît û îtiraz red kir.

Dadgehê bi yekdengî biryar da ku girtîbûna Demîrtaş bidome.

Hêjayî bîrxistinê ye, Serokomarê Tirkîyê piştî biryara ECHR'ê gotibû ku ewê guh nedin wê dadgehê

Demîrtaş ji Mijdara 2016’an vir ve di Girtîgeha Edîrne de ye.

XS
SM
MD
LG