Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind ya Brezîlya ji Wezareta Saxlemî Xwest ku Hejmara Pêketî û Mirîyên Korona Biweşîne


Hikûmeta Brezîlya, piştî biryara dadgeha bilind ya ser belavkirina hejmara pêketî û mirîyên vîrusa korona, malpera wan agahîyan nû kir.

Wezareta Saxlemî ya Brezîlya di dawîya hefteyê de agahîyên ser vîrusa korona rakiribûn dabû zanîn ku ewê agahîyên nû nede.

Dadgeha Bilind roja Sêşemê ferman dabû Wezareta Saxlemî ku agahîyan bide û belav bike.

Wê dadgehê dîyar kiribû ku bi wê helwesta hikûmetê ew nikarin rewişa dawî ya vîrusa korona hîn bibin.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Brezîlya 707,000 kes bi vîrusa korona ketine û pirtir ji 37,000 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG