Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgehê 47 Meh Cezaya Girtîgehê Da Paul Manafort


Rêvebirê kevn ye kampeyna Serokê Amerîka Donald Trump, Paul Manafort jiber binpêkirina qanûnên ser bac û hesabên bankayan 47 meh cezaya girtîgehê sitand.

Îdiayên ser tawanên Manafort, dema vekolîna maytekirina Rûsya ya li hilbijartinên Amerîka yên sala 2016’an derketibû holê.

Dadgeha li eyaleta Virginia, bo zarara ku Manafort dayî çêke 24 mîlyon dolar tazmînat û 50 hezar dolar cezaya pereyan da wî.

Manafort, ku ji 8 tawanên cuda tê darizandin, ji meha Hezîranê vir ve li navendeke desteserkirinê ya li Virginia bû.

Wî di beyana xwe ya roja Pêncşemê de da zanîn ku ‘’du salên herî dijwar yên jîyana xwe’’ derbaz kirine.

Dozgeran bo Manafort ji 19,5 sal heta 24 sal cezaya girtîgehê dixwestin.

XS
SM
MD
LG