Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûniştina Doza Kuştina Jina Kurd Încê Destpê Dike


Arşîv: Dadgeha Tirkiyê ya Stenbolê
Arşîv: Dadgeha Tirkiyê ya Stenbolê

Rûniştina doza Surmî Înce ya 55 salî ku ji alîyê leşkeran ve hatibû kuştin li Dadgeha Cezaya Giran ya Geverê (Yuksekova) pek hat.

Doza kuştina Înce yê ku di 2018 de bi cezakirina leşkerê bi navê Alî Dalgiran ve encam dabû, li ser bîryara Dadgeha Herêmî ya Erziromê cezayê wî hat betal kirin û darizandin carek din destpê kir.

Alî Dalgiranê ne girtî ku bi kuştina Înce tê suçdar kirin, beşdarî rûniştina dozê nebû. Di rûniştina dozê de endamên Komela Hiqûqzanên Azadîxwaz (OHD) û (IHD) amade bûn.

Jina Kurd ya li Geverê hatî kuştin Surmî Înce
Jina Kurd ya li Geverê hatî kuştin Surmî Înce

Darizandin bi guhdarkirina şahidên bûyere destpêkir. Bersuç Dalgiran parastibû ku wî piştî dengê çekan bîhîstîbû wî jî gule avêtine û di encamê de Înce kuşti ye.

Lê şahidên wê rojê leşkerên bi navê D.B, İ.E, Y.A, û Y.K. ku roja bûyerê li gel bersuç Dalgiran di nava wesayîta leşkerî de bûn, parastinên dijberî hevdu dan û hin ji wan gotin ku wan berî kuştina Încê dengê guleyan ne bîhîstîbû.

Parêzêrê Încê Bunyamîn ku kurê Surmî Înce ye, li ser parastinên şahidan yên dijberî hevdu ji dadgehê daxwaz kir ku derheqa wan de lêpirsîn were destpê kirin. Parêzer Înce herwiha ji dadgehê daxwaz kir ku li cîhê bûyerê lêkolînek berfireh were kirin û bersuç Alî Dalgiran were giritin. Dadgehê hemî daxwaz red kirin û rûniştina dozê ji bo 11’ê Hizîranê paşveda.

Parêzer Bunyamîn Înce li ser dadgehê nêrinên xwe anîn ziman û got ku heya niha darizandin li dijî hiqûqê dimeşe û jiber vê yekê ew dê jibo guhartina dadgehê serlêdan bikin "Heya niha dadgehê hemî daxwazên me red kirine.

Mînak jibo darizandinê lêkolînên li cîhê bûyerê, axaftinên têlsizan û dîmenên di nava wesayîta leşkerî de û derdorê pir girînge. Wek bûyerên din dixwazin leşkerê xwe bi parêzin û ceza nebikin. Jiber vê ku dereyî hiqûqîyê yr, emê jibo guhartina dadgehê serlêdan bikin."

Hêjayî bîrxistinê ye ku di 18 Tîrmeha 2016’an de li bajarokê Gevera Colemêrgê Surmî Înce dema jibo hevjîn û zarokên xwe yên cotkar xarin dibire zevîyê ji alîyê lêşkerên Tirk ve tê gule barandin û canê xwe ji dest dide.

Di encam darizandinê de leşkerê bi navê Alî Dalgiran bi 3 sal û 4 mehan hatibû ceza kirin. Lê Dadgeha Herêmî ya Erziromê ev ceza zêde dît û darizandin dîsa li Dadgeha Cezaya Giran ya Geverê destpê kir.

Raporta Wanê 07 03 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:01 0:00

XS
SM
MD
LG