Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Operasyoneke Nû de 22 Jin li Amedê Hatin Desteser Kirin


Komela Rosa li Amedê
Komela Rosa li Amedê

Îro li Amedê ser biryara serdozgerîyê dijî Komela Jinan ya Rosa û herwiha endamên Tevgera Jina Azad (TJA) operasyoneke hevdemî hate kirin.

Rojnamevan û Edîtora JINEWS’ê Berîtan Canozer, Dayika Aştîyê Nezahat Teke jî di nav de, 22 jin hatin desteser kirin.

Seroka Komela Rosa, Adalet Kaya bi parêzer û endamên komelê re bi daxuyanîyekê operasyon şermezar kir.

“Hember kuştin û qirkirina jinan, zewacên zarokan, destdirêjîya li ser jinan, Komela Rosa û Tevgera Jina Azad gelek çalakî li dar xistin. Herwiha li hember betalkirina Peymana Stenbolê jî gelek çalakî kirin û di 10’ê Nîsanê de plan kiriye ku meşeke girseyî li dar bixe.”

Daxuyanîyê got ku beşdarîya kesên ku hatine desteser kirin ya wan çalakîyên jibo jinan wek delîlên sûc hatine nîşandan.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di 22’ê Gulanê de jî operasyonek li ser Komela Rosa û TJA di operasyonek hatibû kirin û 80 jin hatibûn girtin.

Dozgerî biryara nepenîbûnê danîbû ser dosyayê, lê ajansa DHA di nûçeyek de îdia kiribû ku lêpirsîn û operasyon jibo eşkerekirina peywendîya navbera PKK û TJA hatiye destpê kirin.

KHF_04_05_2021_Rosa_TJA
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00

XS
SM
MD
LG