Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpa Doza Cizîrê Red Dike


Huseyin kaçmaz digel parêzerên Doza Cizirê û malbata Tunc li ber dadgeha YE
Huseyin kaçmaz digel parêzerên Doza Cizirê û malbata Tunc li ber dadgeha YE

Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpa doza Cizîrê red kir. Dadgeh dibêje, hemî rêyên dadgehî li Tirkiyê nehatine temamkirin. Herwisa diyar dike serlêder di dosyeya xwe de îzbat nekirîye ku, li Tirkiyê sistema dadgeriyê ne bêalî û serbixwe ye.

Dadgeh dibêje, divê Dadgeha Bilind ya Tirkiye pêşî biryara xwe bide. Li ser vê biryarê em bi evûqatê dozê Ramazan Demir, bi hevjîna Orhan Tunc bi Guler Tunc re, herwisa bi parlamenterê HDPê yê Şirnexê Huseyin kaçmaz re axivîn.

Evûqat Ramazan Demir dibêje "Dadgeha Mafê Mirovan dixwaze bi vê biryarê bêje divê Dadgeha Bilind ya Tirkiye di nav demek kurt de biryarê bide. Jibo mercên hiqûqî bidawî nebûne".

Guler Tunc jî dibêje, biryara dadeghê li dijî mafê mirovan e "Me hêviyê xwe bi vê dozê re girêdabû."

Parlamenter Huseyin Kçmaz jî biryarê weha şîrove dike "Ev qerar ne bi hiqîqî ye ne jî siyasî. Wateya wê jî ewe ku dixwazin bêjin hûn dikarin Kurdan bikujin."

Raporta Xecîcan Farqîn, Amed 07.02.2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:34 0:00

XS
SM
MD
LG