Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mehmet Emîn Aktar: Li Tirkîyê Hiqûq Hatîye Binpê Kirin


Li Tirkîyê bi hezaran kes bi destê kiryarên nedîyar ve hatine kuştin. Lê yên ku bi destê dewletê hatine kuştin û kiryarê wan dîyar in, jî nayên ceza kirin.

Li Enqerê malbatên ku xizmên xwe winda kirine, di paneleke de hatin ba hev. Panelîstên vê çalakîyê bawer nakin ku dê dewlet ew kujeran ceza bike.

Parêzvanê wan dozan û serokê berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar jî wek malbata difikire û Tirkîyê wek dewleteke hiqûqî nabîne.

“Piştî sala 1990’an, ji alîyê dewletê ve ser Kurdan bi awayekî sîstematîk zor û zext tê mêşandin. Sala 1994’an şundatir gelek Kurd hatin kuştin ku di nav wan de karsaz, rewşenbîr, hiqûqnas, burokrat jî hebûn.”

Aktar dide zanîn ku daxwazên malbata ew e ku kujer werin ceza kirin, lê dewlet di vî alî de ti gav navêje.

ED_12_13_2019_M_E_Akar
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:35 0:00


XS
SM
MD
LG