Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Dahatû Ser Rewşa Girtingehan Hişyarî Dide Desthilata Tirkîyê


Mustafa Koçak li girtîgehê jîyana xwe ji dest da. Li ser vê mirinê Partîya Dahatû bi daxuyanîyeke hişyarî da desthilatîyê û ragihand ku jîyana ew kesan di bin parastina dewletê de ye.

Li ser Mustafa Koçak şahîdekî veşartî îfade dabû û jî hatibû girtin. Piştî girtinê Koçak ewî jî jibo darizandineke dadane dest bi greva birçîbûnê kiribû. 297 roj şunda Koçak jîyana xwe ji dest da.

Ev mirin û rewşa girtingeha ya dawî ji alîyên partîyên sîyasî û rêxistinên demokratîk ve têne rexne kirin.

Dema vîrusa korona belav bû bi tevahî jî rewşa girtingeha jî kete nav xetereke. Deshilatî her çiqas guherandina qanûna înfazê di vî warî de wek çareserîyekê pêşnîyar bike jî, li ser vê derxistina qanûnê gelek rexne jî hene.

Ji van rexneyan yek jî ji alîyê Partîya Dahatû ve hat. Alîkarê serokê Partîya Dahatû û berpirsê mafên mirovan yê wê partîyê Vahdettîn Înce got ku divê dewlet ji herkesi re dadmend be.

Vahdettîn Înce
Vahdettîn Înce

“Bi heceta vîrusa koron qanûna înfazê derxistin, lê rastî ev efûyeke weşartî bû. Diz û rêbir derketin, kesên di li hundir man. Ev yek ne rast e. Dewlet berî her tiştî pêwîst dike ku dadmend be.”

Înce li ser mirina Mustafa Koçak jî got ku pêwîst e ku dewlet hemî girtîyan biparêze.

“Sucê wan, nasnameyan çi be, kesên ku girtîye an jî hikûm xwarîye canê wî û malê wî emanetî dewletê ye. Pêwîst e ku dewlet parastina wan bike.”

ED_04_27_2020_VÎnce_MKoçak
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:07 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG