Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vahdettîn Înce: Ki Dest Bide Kurdan Kurd Ewan Bilin Dike


Partîya Dahatû Kongreya xwe ya yekê li Enqerê li dar xist û serokê giştî Ahmet Davutoglu bi dengên 829 delegeyan careke din wek serok hat hilbijartin.

Davutoglu di konreyê de axftineke dirêj kir û got ku wan li her derê Tirkîyê rêxistinên xwe ava kirin û kes nikare wan asteng bike.

Cîgirê serokê giştî yê Partîya Dahatû Vahdettîn Înce ji Dengê Amerîka regot ku her kî jibo çareserkirina pirsa Kurd gavan bavêje Kurd xwedî li wan derdikevin.

”Îro Serokê MHP Dewlet Bahçelî jî jibo Kurdan tiştek bike Kurd dê ji wî nerevin. Em wek Partîya Dahatû dixwazin ku vê pirsgirêkê çareser bikin.”

Înce li ser rewşa dawî ya Tirkîyê jî got ku welat di rewşeke gelek xirab de ye û barekî giran li ser milê wan heye.

”Hebûna me jî jibo çareserkirina van kêşeyan e.”

Hîjayî bîrxistinê ye ku Partîya Dahatû ji alîyê serokwezîrê berê Davutoglu ve salekê berê hatibû damezirandin.

ED_01_11_2020_V_Înce
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:15 0:00

XS
SM
MD
LG