Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bergumanekî DAIŞ'ê li Almanya Hat Desteser Kirin


Li bajarê Tubîngen ya eyaleta Baden-Wurttembergê, bergumanê bi navê Faysal A.H., ku tê îdia kirin ku endamê Dewleta Îslamî (DAIŞ) ye, hat desteser kirin.

Li gor agahîyên Serdozgerîya Karlsruhe dane, biryara girtina bergumanê Sûrî yê 25 salî roja Çarşemê hat dayîn.

A.H, bi beşdarbûna komeke çekdarî û şerkirina dijî rejîma Sûrîyê tê tawanbar kirin. Tê gotin ku koma A.H, piştî çend mehan tevlî DAIŞ’ê bûye.

Li gor serdozgerîyê, A.H li Tabqa bo DAIŞ’ê sîxurî kiriye û di dawîya 2014’an de ji Sûrîyê derketîye û derbazî Almanya bûye.

XS
SM
MD
LG