Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ'ê Berpirsîya Êrîşa Bexda Girt Ser Xwe


Li Bexda piştî êrîşeke xwekujî, arşîv
Li Bexda piştî êrîşeke xwekujî, arşîv

Reuters'ê ragihand ku di êrîşeke xwekujî ya li Nahrawan ya li başûrê rojhilata Bexda jimareke kes hatine kuştin.

Wezareta Navxweyî ya Îraqê dîyar kir du êrîşvan bi ser sîvîlan de gule reşandine, yekî xwe peqandîye yek jî berî xwe bipeqîne ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatiye kuştin

Medya herêmî da zanîn ku di êrîşê de bi kêmî ve 17 kes hatine kuştin û 28 kesên din jî birîndar bûne.

Berpirsîya êrîşê Dewleta Îslamî (DAIŞ) girt ser xwe.

Ajansa DAIŞ'ê, Amaq dîyar kir ku di êrîşê de 35 endamên Heşdî Şaabî ya bi piştgirîya Îranê hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG