Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

2500 Çekdarên DAIŞ'ê ji Welatên Ewrupa Ne


Kordînatorê Têkoşîna Dijî Terorê yê Yekîtîya Ewrupa Gilles de Kerchove dîyar kir ku li Îraq û Sûrîyê, 2500 Ewrupî bo Dewleta Îslamî (DAIŞ) şer dikin.

Kerchove ji rojnameya Die Welt re da zanîn ku divê ew bi yekîneyên leşkerî yên ku li dijî DAIŞ'ê şer dikin re, pirtir hevkarîyê bikin.

Kerchove dîyar kir ku bo çekdarên bo DAIŞ'ê şer kirine û vegerîne Ewrupa zû werin tespît kirin, divê danûsitandinên daneyên bîyometrîk were kirin.

"Li Îraq û Sûrîyê 5000 Ewrupî bo DAIŞ'ê şer kirin. Ji wan 1500 kes vegerîn Ewrupa û bi qasî 1000 kes jî hatin kuştin." De Kerchove got.

De Kerchove dîyar kir ku dibe ku hin çekdar herin herêmên cengê yên Somalî û Yemenê, lê ew li ber in ku piranîya wan venegerin Ewrupa.

Kordînatorê Yekîtîya Ewrupa bi berdewamî da zanîn ku DAIŞ êdî Ewrupîyan venaxwîne Îraq û Sûrîyê, lê ji wan dixwaze ku li Ewrupa êrîşan li dar xînin.

XS
SM
MD
LG