Dewleta Îslamî (DAIŞ) berî hilbijartina giştî ya Îraqê, ku dê 12’ê Gulanê de li dar keve, gefa êrîşan xwar.
Berdevkê DAIŞ’ê Ebu Hesen El Muhacir ji Telegramê tomareke dêng weşand.
El Muhacir di tomarê de, ku 48 deqîqe ne, dîyar kir ku navendên hilbijartinan û kesên li wan deran dimînin ewê armanca wan bin.
DAIŞ’ê di 20 Nîsanê de ji Al Naba, ku rojnameya heftena ya rêxistinê, heman hişyarî kiribû û dijî hemî berendam, karbidest û hilbijêran gefa êrîşan xwaribû.
El Muhacir bang li çekdarên DAIŞ’ê kir ku xêncî Amerîka, bala xwe bidin ser têkoşîna dijî Rûsya û Îranê jî.
DAIŞ’ê Reqa wek paytaxta xîlafeta xwe ragihandibû û kontrola wî bajarî di Cotmeha 2017’an de bi temamî ketibû destê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û koalîsyona bi pêşengîya Amerîka.
Ji Îlona 2016’an vir ve, rêberekî rêxistinê cara pêşî tomareke dêng ya berfireh diweşîne.