Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ: Divê Jin jî Tevlî Cîhada Çekdarî Bibin


Dewleta Îslamî (DAIŞ), ku di demên dawî de li ser axa Îraq û Sûrîyê têk diçe, bang li jinan kir ku tevlî rêxistinê bibin.

Rêxistina tundrê, ji rojnameya el-Naba ya ku ji ser internetê diweşîne dîyar kir ku ‘’jiber rewşa şer, ferz e ku jin tevlî cihada çekdarî bibin’’

Banga DAIŞ’ê nîşan dide ku rêxistinê di siyaseta xwe ya şer de guherîn kirine.

Di gotara li el-Naba da DAIŞ bang li jinan dike ku ‘’hevjîn û zarokên xwe jî bo cîhadê îqna bikin.’’

‘’Divê jin xwe wek cîhadîyên li rêka Xwedê bibînin û bo berevanîya din jî amade bin xwe feda bikin’’ hat nivîsên di gotarê de.

Di 25’ê Gulanê de, di nivîseke heman rojnameyê de DAIŞ’ê dabû zanîn ku hin jinan bo êrîşvanîya xwekujî serî lê daye ‘’lê li gor qanûnên Xwedê şer jibo mêran e’’

XS
SM
MD
LG