Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Berpirsîya Êrîşên Hember Şîayan li Afganistanê Radike Ser Xwe


Rêxistina tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) berpirsîya êrîşa xwekujî ya hember navendeke çandî ya Şîayan li Kabula pataxta Afganistanê rakir ser xwe, ku bi dehan kes tê de kuştibûn.

DAIŞê li ser înternetê, bi daxuyanîyîke nivîskî ragihand ku çekdarên wê ev êrîşên dijî Şîayan pêk anîne.

Berdevkê wezareta saxlemî ya Afganistanê Ismail Kawosi ji Reutersê re da zanîn ku di rêze êrîşên ser dezgehên ragihandinê de 41 kes hatine kuştin, 48 kesên din jî birîndar bûn.

Cîgirê wezîrê saxlemî Feda Mohammad Paikan jî ragihand ku 35 termên qurbanîyan ji nexweşxaneya Istiqlal ya nêzî cîhê bûyerê hatine anîn.

Dîmenên televîzxyonê nîşan dan ku gelek kes bi awayekî giran birîndar bûne.

Berdevkê Talîbanê Zabihullah Mujahid bi daxuyanîyeke ser Twitterê red kir ku ti peywendîya wan bi êrîşan re heye.

Ofîsa serokê Afganistanê Eşref Gani bi daxuyanîyeke nivîskî êrîş şermezar kir û wek kiryareke dijî mirovahî bi nav kir.

XS
SM
MD
LG