Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Kuştina Rêberekî Bilind yê DAIŞ'ê li Nêzî Reqa Piştrast Dike


Ebu Cendal El-Kuweytî
Ebu Cendal El-Kuweytî

Karbidestên Amerîkî îro Pêncşemê ragihand ku li Reqa ya DAIŞ paytaxta xwe dihesibîne, fermandarekî wê yê payabilind hatiye kuştin.

Koalîsyona bi pêşengiya Amerîka bi daxuyaniyekê dîyar kir ku Ebu Cendal El-Kuweytî li nêzî Bendava Tabqa di êrîşeke ezmanî de hatiye kuştin.

''Tilîya El-Kuweytî, di êrîşên xwekuştinê û êrîşên kimyewî yên li dijî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de hebû. Ew yek ji endamê konseya şer bû û êrîşên terorîstî plan dikir. Piştî kuştina wî, dê berevanîya DAIŞ'ê li Reqa'yê bişikê û herwiha kanîna êrîşbirina ser welatên rojava jî kêm bibe,'' daxuyanî dîyar kir.

Koalîsyonê bi berdewamî da zanîn ku Kuweytî, di koma DAIŞ'ê ya ku Palmyra bi şûnde stendîye de cîh girtiye û piştre jî jibo berevanîya Reqa xurt bike, vegerîye Tabqa.

HSD di meha Mijdar'ê de dest bi operasyona Reqa kiribû. Ev hêza ku ji çekdarên Kurd û Ereb pêk tê, li bakurê Reqa pêşdaçûna xwe didomîne.

XS
SM
MD
LG