Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Berpirsîya Êrîşa Manchesterê Hildigire


Gruba terorîst Dewleta Îslamî (DAIŞ) îro Sêşemê berpirsîya xwe ji êrîşa bajarê Manchester ya Îngîltere ragihand ku heta niha 22 kes tê de hatine kuştin.

DAIŞ’ê di daxuyanîya nivîskî de ku bi jimareke zimanan hate weşandin, pesna êrîşê da û îdia kir ku “pirtir ji di konserta bêşerm de 100 xaçperest hatine kûştin û birîndar kirin.”

“Leşkerekî xîlafetê wek tolhildana ola xwedê, karîbû ku alavên peqînkar di hindurê civîna xaçperezan ya li Manchesterê bi cîh bike,” wergera daxuyanîyê ku ji alîyê malpera SITE Intelligence Group hatibû kirin, ragihand.

XS
SM
MD
LG