Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdarên DAIŞ'ê 18 Polîsên Misirê Kuştin


Çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ), li Nîvgirava Sîna ya Misir êrîş bir ser konvoyeke polîsan.

Di êrîşê de 18 polîs hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Êrîş li El-Arîş ya 30 kîlometre li bakurê Nîvgirava Sîna pêk hat.

Bi bombeyên ku li kêleka rê hatibûn bi cîh kirin, agir bi pênc maşîne ket. Paşê, çekdarên DAIŞ'ê bi çekên otomatîk êrîşî wesayîtan kir û kamyoneteke leşkerî bi dest xist.

DAIŞ'ê berpirsîya êrîşê ji ser malpera Amaqê ragihand.

Çekdarên DAIŞ'ê di meha Tîrmehê de jî li navendeke kontrolê ya Refahê, 23 leşker kuştibûn.

Misir bi salan e dijî çekdarên li Nîvgirava Sîna têkoşînê dike. Çekdaran piştî Serokomarê Misirê yê berê Muhamed Mursî, ku di sala 2013'an de ji kar dûr hatibû xistin, êrîş zêdetir kirin.

Çend roj berê, polîsên Misirî li Qahîre ya paytaxt dijî malekê operasyonek li dar xistibû û 10 çekdar kuştibûn, lê karbidestan dîyar nekir ku kuştî mîlîtanên DAIŞ'ê ne yan ne.

XS
SM
MD
LG