Li Pakîstanê, di êrîşêke xwekujî ya bi ser dêrêkê de 8 kes hatin kuştin bi dehan kesên din jî birîndar bûn.
Êrîşa xwekujî, li Ketta ya ku 65 kîlometre dûrî sînorê Afganîstanê ye pêk hat.
Dewleta Îslamî (DAIŞ), perpirsîya êrîşê girt ser xwe.
Karbidestên Pakîstanê ragihand ku hêzên ewlekarîyê rê li ber êrîşvanên hewil dane di hindurê dêrê kevin girtine.
Wezîrê Navxweyî yê Pakîstanê Sarfaraz Bugti ji Twitterê ragihand ku bi rawestandina êrîşvanan hêzên ewlekarîyê 400 kes ji mirinê filitandine.
Hêzên ewlekarîyê dîyar dikin ku êrîşvanekî bombeya li ser xwe peqandîye, ya din jî bi çekan gule li dora xwe reşandine.
Li herêma Ketta berê jî dijî Misilmanên Şîa êrîşên xwekujî li dar ketibûn.