Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Têkçûnên Girîng DAIŞ li Hin Deveran Dîsa bi Pêş Dikeve


Piştî tekçûnên girîng li seranser Îraq û Sûrîyê, DAIŞ li hin deveran careke din bi pêş dikeve û axên ku berî çend mehan ji dest dayî, jinûve digire.

Di hefteyên borî de nêzîkî 4,000 çekdarên DAIŞê avêtibûn ser bajarê dîrokî Palmyra li Sûrîyeya navîn û bi êrîşeke surprîz bajar xistibûn bin kontrola xwe.

Mîlîtanên DAIŞê herwiha bi dehan gundên li Derezor û Hums ji hikûmeta Sûrî û hêzên din yên xwecihî standin û li parêzgeha Anbar ya Îraqjê jî bi heman rengî gundên nû kontrol kiribûn.

Dîrektorê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) Rami Abdulrahman dibêje ku DAIŞ niha li herêmên alternatîf digere ku bêxe bin kontrola xwe.

“DAIŞ niha sahrayên Sûrîyê wek rêya veguhastina alav û şervanên xwe li Palmyra û deverên din yên li Hums’ê û bi kar tîne. Sahra rojhilata Humsê bi Reqqa û Derezor li rojhilata Sûrîyê girê dide û heta çend sed kîlometre nav rojavayê Îraqê ve fireh dibe,” Abdulrahman got.

Şêwirmendê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Nasir Haci Mansur bawer dike ku sedema serkeftina DAIŞ’ê li Palmyra ew e ku hêzên hikûmeta Sûrî û hevalbendên wê, bala xwe bi temamî dabû Helebê.

“Heta ku DAIŞ bajarên mezin yên mîna Reqqa û Derezor kontrol bike, ewê bi berdewamî gefan li ser herêmên din bike û deverên ku nû ji DAIŞ’ê hatin standin jî bi heman awayî din bin xeterê de bin,” Mansur got.

XS
SM
MD
LG