Lînkên eksesibilîtî

Televîzyona Afganî Bû Armanca Êrîşa DAIŞ'ê, Kuştî û Birîndar Hene


Di êrîşekê de çekdarî ya hember televîzyoneke taybet ya Afganî de, herî kêm 2 kes li Kabulê hatine kuştin, pirtir ji 20 kesên din jî birîndar bûn.

Dewleta Îslamî (DAIŞ) berpirsîya êrîşa dijî Şamşad TV rakir ser xwe

Dîdevanan got ku êrîş serê sibehê bi bombeyeke xwekujî ya gumankirî destpê kir ku rê da êrîşvanên din ku têkevin hindurê avahîya televîzyonê.

Dîdevanan herwiha ragihand ku di dema dorpêçkirina avahî de sê peqînên din hatine bihîstin ku çend demjimêran berdewam kir û di dawî de hêzên Afganî êrîşvanan kuştin.

Televîzyona Şamşad kudi dema êrîşê de weşana xwe sekinadibû, ragihand ku êrîşa hember wê bi dawî hatiye.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG