Berpirsîya êrîşa li Telaferê, çend demjimêr piştî êrîşê Dewleta Îslamî (DAIŞ) girt ser xwe.
Di êrîşê de bi kêmî ve du kes hatibûn kuştin û 11 kesên din jî birîndar bûbûn.
DAIŞ’ê berpirsîya êrîşê di ser ajansa Amaqê, ku propagandaya wê rêxistinê dike, ragihand.
DAIŞ’ê di sala 2014’an de kontrola Telaferê bi dest xwe xistibû. Hêzên hikûmeta Îraqê, di Tebaxa 2017’an de bajar ji destê DAIŞ’ê derxistitibû.