Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberekî Payebilind yê Talîbanê di Êrîşeke DAIŞ’ê de li Kabulê Hat Kuştin


Nexşeya Kabul ya paytexta Afganistanê.
Nexşeya Kabul ya paytexta Afganistanê.

Melayê navdar yê Talîbanê, Şêx Rehîmullah Heqanî îro di êrîşeke xwekujer ya li dibistana olî de ya li paytexta Afganîstan Kabulê hat kuştin.

Şêx Rehîmullah Heqanî bi axaftinên xwe yên tund yên dijî koma Dewleta Îslamî (DAIŞ) dihat naskirin.

Berdevikê Rêvebirîya Talîbanê Bîlal Kerîmî kuştina Şêx Heqanî piştrast kir û wî êrîş wek ya dijmin ya hovane bi nav kir.

"Em xemgînî didin zanîn ku melayê rêzdar (Şêx Rehîmullah Heqanî) di êrîşeke hovdar ya dijminan de şehîd bû." Kerîmî got.

Kerîmî Şêx Heqanî wek kesayetîyeke akademîk yê mezin yê Afganistanê bi nav kir.

Li gor ragihandinan, êrîşkar kesek bû ku berê lingê xwe winda kiribû û wî teqemenî ya di lingê xwe yê çêkirî de veşartibû, teqand.

Karbidestên Talîbanê dîyar kirin ku di derbarê êrîşê de lêpirsîneke didome.

Rêxistina herêmî ya DAIŞ’ê, ku bi navê Dewleta Îslamî ya Xorosanê (DAIŞ-K) jî tê zanîn, berpirsrîyarrîya êrîşa kujêr ya dijî Şex Haqqanî girt ser xwe.

Şex Haqqanî di axaftinên xwe de, bi piranî bi rengekî tund dijî DAIŞ-K diaxifî.

DAIŞ-K komeke çekdar e û di destpêka sala 2015’an de li Afganîstanê derket hole; dijî desthilatdarîya Talîbanê şer dike û hemberî Misilmanên Şîa yên welêt êrîşên bombeyî pêk tîne.

Koma çekdar hema hema saleke ye ku êrîşên xwe yên li seranserê Afganistanê zêde kir, dema ku Talîbanê dest danî ser desthilatdarîya welêt û vir ve.

Haqqanî yê ku di nava Talîbanê de meleyekî navdar bû, ji du êrîşan berê sax rizgar bûbû.

Yek ji wan du êrîşan, teqîneke mezin ya li bajarê Peşawar yê bakurê Pakistanê di 2020’an bû û herî kêm heft kes hatin kuştin ku DAIŞ’ê berpirsîyarîya wê ragihandibû.

Rêberê olî Haqqanî mîna gelek endamên payebilind yên Talîbana Afganî, ji Darul Uloom Haqqania, dibistaneke olî ya mezin li nêzî bajarê Peşawar yê bakurê rojavayê Pakistanê perwerdehî dîtibû.

XS
SM
MD
LG