Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hişyariya Têkçûna Bendava Mûsil Dide


Amerîka û Îraqê civîneke dîplomasî ya di astek bilind de tevî berpirsên NY derheqa têkçûna bendava Mosil rêkxist.

Ajansa Reuters ji Netewên Yebûyî radigehîne ku, Amerîka, Îraq û nûnerên Neteweyên Yekbûyî di civînê de tekez liser xeteriya têkçûna bendava Mosil kirine û dane xuyakirin divê amadekariyên lezgîn bên kirin, da ku ti karesatên mirovatî ji egera têkçûna bendavê dirust nebin.

Samantha Bauer nûnera NY di civînê de amade bibû, hemû aliyên beşdar, daxwaza tedbîrên lezgîn kirinj ibo rizgarkirina bendavê ji metirsiya herifînê.

Bendava Mûsil rastî hind kêmasiyên stirektora avakirinê hatiye, tê texmîn kirin ku, jêrxana bendavê kêmasiyên bingehîn hene û ewê bibin sedema herfîna bendavê.

Bauer liser navê NY daxuyaniyek weşandiye, di daxuyaniyê de hatiye ku raport û nûçeyên derheqa bendava Mûsil, mirovan dixe nava fikaran, tirsa wê ewqase ku, çermê serê mirov radibe, herçend pêngavên pêşîgirtina têkçûna bendavê hatine avêtin, lê dîsan metirsiya jinavçûna bendavê di rojevê de ye.

Bauer daxwaz ji hemû welatên endam di NY de dike, da kû beşdariyê di nehiştina metirsiya bendava Mûsilê de bikin.

Wek tê zanîn ev demeke di mediya Îraqî û Cîhanî de behsa têkçûna bendava Mûsil tê kirin.

XS
SM
MD
LG