Lînkên eksesibilîtî

SOHR: Di Êrîşa Xwekujî de Pirtir ji 10 Kes li Şamê Hatin Kuştin


Di êrîşeke xwekujî ya dijî polîsxaneyekê de pirtir ji 10 kes li Şam a payatxta Sûrîyê hatine kuştin.

Ajansa AFP ji zarê wezareta navxweyî ya Sûrî ragihand ku 2 bombevanên xwekuj xwe li nêzî polîsxaneya taxa el-Midan peqandin û bûne sedema mirina jimareke sîvîlan û birîndarbûna polîsan.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku 11 kes di êrîşê de hatine kuştin ku di nav wan de sîvîl û polîs jî hebûn.

Karbidestan ragihand ku dîyar nebû kê ew êrîş encam daye.

XS
SM
MD
LG