Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Damezrênerê Malpera Wikileaks Hate Azad Kirin


Damezrênerê malpera Wikileaks Julian Assange
Damezrênerê malpera Wikileaks Julian Assange

Damezrênerê malpera Wikileaks Julian Assange roja Pêncşembî, bi azadî ji dadgeha bilind li London derkeft û soz da li ser belav kirina belgenamên nepenî berdewam be.

Dadwerê Brîtanî, Assange bi kefalet azad kir, piştî bi daxwaza dozgerên Swêdê razî nebu ku daxwaz kir bun ku bêdaçûnê bi ser biryara azad kirina wî bike. Bi tawana destdirêjî li ser namûsê, biryara girtina Assange li Swêdê hat bu dan.

Assange li ser dervey dadgehê got, ku ew dê li ser karê xwe berdewam be û bê gunehiya xwe di vê pirsê de ragehand.

Dadwer Duncan Ouseley razî bu ku Assange bi çend mercan azad bike, ji wan ku ew weku kefalet 315,000 dolaran bide. Herweha, pêtviye ku ew amîrekê elektronîk yê zêrevaniyê li ber ke, û her roj xwe nîşa polîsan bide û li mala efserê berê yê leşkerê Brîtanî ku noke piştevanekê Wikileakse, Vaughan Smith bimîne.

Serokê qanunî yê ofîsa dozgerên Swêdê, Nils Rekke gote BBC ku wî çî bersiv nîne beramberî biryara dadgeha Brîtanî û got Swêd mayê xwe di vê pirosê de nake.

Assange ewey 7 mehê li zindana Wandsworth ya London bu, demê xwe daye destê karbidestên wî welatî.

XS
SM
MD
LG