Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peru jiber Nexweşîya Taya Dang Rewşa Awarte Ragihand


Peru jiber zêdebûna pêketinên taya dang li welêt rewişa awarte ya saxlemîyê ragihand.

Wezîrê Saxlemî yê Peru Cesar Vasquez da zanîn ku di 8 hefteyên pêşî yên 2024’an de pirtir ji 31,000 pêketinên taya dang hatine tomar kirin û dîyar kir ku 32 kes bi wê nexweşîyê mirine.

Vasquez dîyar kir ku jiber nexweşîya taya dang ji 25 herêmên Peru li 20’an rewişa awarte hatiye ragihandin.

Dang bi geza kelmêşan derbazî mirovan dibe ku semptomên wê ta, serêş, west, vereşîn û jana beden e.

Peru jiber hewaya El Nîno, ku beravên welêt germ dike û pê re jî kelmêşan zêde dike, ji 2023’yan vir ve germên zêde û baranên boş dibîne.

Jêder: AP, Reuters, VOA

XS
SM
MD
LG