Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danîmarka 15 Dîplomatên Rûs Dersînor Dike


Wezîrê Derve yê Danîmarka Jeppe Kofod û hemtayê wî yê Amerîkî Antony Blinken
Wezîrê Derve yê Danîmarka Jeppe Kofod û hemtayê wî yê Amerîkî Antony Blinken

Ajansa nûçeyan Reutersê îro Sêşemê ragihand ku Danîmarka dê 15 dîplomatên Rûs dersînor bike.

Reutersê ew agahî ji zarê Wezîrê Derve yê Danîmarka Jeppe Kofod ragihand.

Kofod dîyar kir ku wan piştî nûçeyên ser kuştina sîvîlên li Bucha ya Ukrayna biryar daye ku ew dîplomatên Rûs dersînor bikin.

Berpirsên Ukraynî dibêjin ku li Bucha termên pirtir ji 400 sîvîlan hatine dîtin.

Rûsya îdiayên ser kuştina sîvîlên li Bucha bi tundî red dike û dibêje ew manîpulasyon in.

XS
SM
MD
LG