Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danîmarka bo Dîyarkirina Endamên Parlamanê Diçe Ser Sindoqan


Danîmarka bo dîyarkirina endamên parlamanê, ku bi 179 kursî ye, roja Çarşemê diçe ser sindoqan.

Anket nîşan didin ku bloka çep dê di hilbijartinan de bi ser keve.

Li Danîmarka bloka partîyên çep bi navê ‘’bloka sor’’ tê nas kirin û ji koalîsyona li desthilatê re ye jî ‘’bloka şîn’’ tê gotin.

Ger rapirsî rast derkevin, di hilbijartinê de dê Rêbera Partîya Sosyal ya Demokrat Mette Frederiksen bi ser keve.

Bi wan encaman, Frederiksen dê bibe serokwezîra jin ya duyan ya Danîmarka.

XS
SM
MD
LG