Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danîmarka Karanîna Vaksîna Johnson & Johnson Radiwestîne


Karbidestên saxlemî yên Danîmarka karanîna vaksîna vîrusa korona ya kompanîya Johnson & Johnson rawestandin.

Li gor daxuyanîya karbidestên saxlemî yên Danîmarka rîskên vîrusa korona bi xwe çêdike ji rîskên vaksîna Johnson & Johnson çêdikin ne zêdetir in û jiber wê wan biryar daye ku ku karanîna wê vaksînê bisekinînin.

Rêvebirên Kopenghangê dibêjin ewê bê vaksîna Johnson & Johnson kempeyna vaksînê bidomînin.

Danîmarka di rojên borî de karanîna vaksîna vîrusa korona ya AstraZeneca jî rawestandibû.

Berpirsên saxlemî yên Danîmarka dibêjin ku bi hin vaksînan re rîska tîrkirina xwînê heye û ew nikarin wê rîskê paşguh bikin.

Li gor agahîyên Our World in Data nifûsa Danîmarka 5,8 mîlyon e û pirtir ji 1,3 mîlyon kesan herî kêm dozeke vaksîna vîrusa korona li xwe dane.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Danîmarka 254,368 kes bi vîrusa korona ketine û 2,491 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG