Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Le Drian: Divê Danûstandina Navokî ji Cîhê Mayî Bidome


Wezîrê Derve yê Frans Le Drian
Wezîrê Derve yê Frans Le Drian

Wezîrê Derve yê Fransa got gava danûstandinên ser peymana navokî jinûve destpê bikin divê ew ji cîhê di Hezîranê de mayî bidomin.

Danûstandinên nerastexwe yên di navbera Îran û Amerîka de dê di 29’ê Mijdarê de li Vîyana destpê bikin, lê bîragiştî jiber daxuyanîyên Tehranê ketiye fikaran.

Tehran roja Duşemê ji Washingtonê xwest ku hemî toleyên di dema Serokê berê Donald Trump de hatibûn ragihandin rake û ser derneketina ji peymanê garantîyê bide.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian bi hemtayê xwe yê Îranî Huseyîn Amîrabdulahîyan re axifîye û ji wî re daye zanîn ku divê danûstandin li ser bingeha danûstandinên heta Hezîranê hatine kirin çêbibin.

Li gor lihevkirinê, bi rabûna toleyên Neteweyên Yekbûyî (NY) sînordarkirina bernameya navokî pejirandibû.

Îranê, piştî Amerîka di sala 2018’an de ji peymanê vekişîya, sînorên wê binpê kirin, lê da zanîn ku bernameya wê aştîyane ye.

Danûstandinerê navokî yê Îranê Ali Bagheri Kani bo serdanên li paytextên Brîtanya, Almanya û Fransa roja Sêşemê li Parîsê bû.

Medya Îranê dide zanîn ku piştî Amerîka vekişîye Ewrupîyan berpirsîyên xwe bi cîh neanîne û wê yekê kiriye ku bawernekirin pirtir bibe.

XS
SM
MD
LG