Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danûstandinên Ser Peymana Navokî ya bi Îranê re Didomin


Rêberê Şandeya Yekîtîya Ewrupa (YE) Enrique Mora ser hevdîtinên navokî yên bi Îranê re dîyar kir ku dibe ku di gera pêş de lihevkirin çêbe.

Gera nû ya hevdîtinên navokî dê di hefteya pêş de destpê bike.

Mora piştî hevdîtinên gera pêncan ji rojnamevanan re got ku ‘’Ez bawer dikim ku emê di dawîya gera pêş de li hev bikin.’’

Her çiqas Mora wisa gotibe jî dîplomatên din yên Alman, Fransî û Brîtanî bi guman lihevkirinê dinêrin.

Dîplomatên her sê dewletan bi daxuyanîyeke hevbeş dîyar kirin di hevdîtinên de pêşketin çêbûye û ew ketine qonaxa biryarên dijwar.

Wan dîplomatan dan zanîn ku heta ku ew li ser hemî mijaran li hev dikin ewê ti tişt bi serî nebe.

Karbidestên YE’ê di navbera Amerîka û Îranê de navbenykarîyê dikin. Şandeya Amerîka li oteleke nêzikî ya lê hevdîtin çêdibin dimîne. Rêvebirîya Tehran rûniştina bi berpirsên Amerîkî re red dike.

Amerîka ji peymana navokî ya 2015’an, di sala 2018’an de bi biryara Serokê berê Donald Trump vekişîyabû û Washingtonê dijî Tehranê toleyên nû ragihandibûn.

Berpirsên Îranî dibêjin ku bo ew vegerin peymanê divê berê hemî tole werin rakirin.

XS
SM
MD
LG