Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Danûstandinên Navbêra Amerîka û Koreya Bakur de Pêşdeçûn Heye


Danûstandinên du rojî yên navbera Amerîka û Koreya Bakur bê encam bidawî bûn. Di danûstandinên li Beijing'ê de, Amerîka dixwest bigeheje encameke ku alîkarîya xwarinê bişîne Koreya Bakur.

Danûstandêrê Amerîkî Robert King roja Pêncşemê got, her du alî jî li ser rêkeftina peydakirina 240.000 ton xwarina tengahîyê pêşdeçûnên baş kirine.

King got, ewê vegere Washington'ê ku encamên danûstandinan gotûbêj bike, lê hîn hûrgilî mane ku li benda çareserkirinê ne.

Karbidestên Amerîkî berî danûstaninên bi Koreya Bakur re gotibû ku ewê hewil bidin ku alîkarî rasterast bigeheje kesên pêdivî, neçe karbidestên payabilind yên hikûmetê û artêşê.

Amerîkayê belavkirina alîkarîya xwarinê di demekê de ragihand ku Koreya Bakur qayil bibû ku programa xwe ya dewlemendkirina uranyumê û ceribandina mûşekan rawestîne.

XS
SM
MD
LG