Rêxistinên alîkarîyê yên navnetewî, cara yekê ye piştî çar salan ku xwarin û pêdivîyên bingehîn gîhandin deverên bin dorpeçê yên Sûrîyê.
Piştî ku hikûmeta Sûrî destûreke nû da ku rêxistinên navntewî bikaribin alîkarî bibini çend deverên din kontrola serhildayan.
Heysa Sor a Sûrî û Neteweyên Yekbûyî karîbûn ku xwarin û alavên saxlemîyê, ku têra mehekê bike, raberî gelê Daraya ya başûrê rojavayê Şamê bikin. Ew tax di sala 2012an de ketibû destê serhildayan û heta niha ti alîkarî neçûbû wê derê.