Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistina Jîngehparêz: Topbarana Tirkiyê û Îranê Sedema Wêrankirina Nîva Daristanên Herêma Kurdistanê Ne


Helîkoptera Artêşa Tirkiyê di dema tevgera leşkerî de
Helîkoptera Artêşa Tirkiyê di dema tevgera leşkerî de

Serokê Rêxistina 'Ayînde' ya Parastina Jîngehê Marûf Mecîd dibêje, di heyama 20 salên borî de %50 ji daristan û darên Herêma Kurdistanê ji nav çûne û niha metirsî zêderir bûne.

Ji 1'ê Hezîrana 2024'an ve, artêşa Tirkiyê bi behaneya parastina welat û sînorên xwe ji şervanên PKKê, ku wek metirsî li ser ewlehiya xwe dibîne, tevgerên xwe bo nav Herêma Kurdistanê zêde kirine. Li gor zanyariyên ku ji Dengê Amerîka re hatine dayîn, artêşa Tirkiyê ji bo parastina canê hêzên xwe agir berdaye çend daristan û zeviyên navçeyên sînorî yên herêma Amêdiyê û Berwarî Bala.

Dengê Amerîka pêwendî bi rêberên Îdarî yên herêma Amêdiyê re danî, da ku li ser êrîş û metirsiya li ser gundiyên navçeyên sînorî kir biaxive, lê heta niha ti encam jê derneketin.

Kamîran Osman, berpirsê beşê mafê mirovan yê CPT, ji Dengê Amerîka re got, hêzên esmanî yên Tirkîyê ji 15ê Hezîranê ve, bombebarana xwe li ser gundên (Guharze, Binavê, Berçî, Sergalê, Kanê û Aşê Dêrê) yên navçeya Amedîyê zêde kirîye, heta niha 20 donemên zevî û milkê herêmê şewitandî ye.

Osman got jî "Ji sibeha 4ê Tîrmeha 2024an ve şer û pevçûnên dijwar li gundê Sergalê dom dikin û %55 ji zeviyên çandiniyê, daristan û zeviyên gund bi temamî şewitîne, dîmen şer û şewata zeviyan di medya civakî de hatine belav kirin."

Herwaha wî got, ji destpêka îsal ve heta 1ê Tîrmeha 2024ê, artêşa Tirkiyê hezar û 760 êrîş li ser Herêma Kurdistanê pêk anîne, lê par jî artêşa Tirkiyê hezar û 548 êrîş li ser Herêma Kurdistanê pêk anîne.

Rêxistina Jîngehparêz ya Ayînde dibêje, di salên 1950î de, Herêma Kurdistanê pênc milyon donim daristan hebû, lê di sala 2000 de ev rêje daketiye du milyon û pêncsed hezar donim Daristan û sedemên wêrankirina wan cuda bûne.

Marûf Mecîd, serokê rêxistina Ayînde ji bo parastina jîngehê got "Mixabin, yek ji sedemên kêmbûna keskatî li Herêma Kurdistanê ji ber topbarana berdewam ya Tirkîyê û Komara Îslamî ya Îranê ye."

“Li welatên cîran gelek şewat derketine û derbasî nav xaka Herêma Kurdistanê bûne, ji ber wê jî ez dibêjim her herêmek ku rewşa siyasî ne aram û pirsgirêkên siyasî lê hebin, bêguman wê ziyanê bibînin, bi taybetî di salên dawî de ji ber hebûna opozîsyona Îranê. Hebûna PKKê gelek ziyan gihandiye navçeyên sînorî.”

Li gor zanyariyên ku ji Dengê Amerîka re hatine dayîn, artêşa Tirkiyê metirsiyeke cidî li ser bi sedan gundiyên navçeyên sînorî çêdike û heta roja 27.06.2024ê jî artêşa Tirkiyê ji rûniştvanên gundên Dergela Mûsa Begê xwest bû ku di nava 24 rojan de ji gund derkevin. Gund vala kirine.

Heya dema nivîsandina vê nûçeyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti daxuyaniyeke fermî li ser êrişa artêşa Tirkiyê bo ser navçeyên sînorî yên parêzgeha Dihokê belav nekiriye.

Raporta Diyar Cemal - Wêranbûna Daristanan.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:01 0:00
XS
SM
MD
LG