Serokê Brezîlya Luiz Inacio Lula da Silva dîyar kir ku ew jibo aştîya Rûsya û Ukrayna dixebitin, lê rêberên her du dewletan jî bo aştîyê ne hazir in.
Da Silva got ku gava rêberên her du dewletan bixwazin ku dest bi danûstandinan bikin ewê pêşnîyarên xwe bibêjin.
‘’Gava her du dewlet danûstandinê bixwazin, wê Brezîlya bi dewletên din re rola xwe ya jibo rêkên aştîyê nîşan bide’’
Wî jibo danûstandinên aştîyê hewil dabû ku ji dewletên bê alî komekê çêke.
Da Silva jiber ku gotibû ku Rûsya û Ukrayna jiber şerê diqewime wek hevdu berpirs in hatibû rexne kirin.
Serokê çepgir yê ku par jibo dewra sêyan hat hilbijartin, dewletên Rojavayî yên piştgirî didin Ukrayna û endamên tim yên Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) jiber ku şer ranewestandina rexne kir.
‘’Civata Ewlekarî ya NY’ê kêrî tiştekî nehat. Amerîka, Îraq dagir kir, Fransa û Brîtanya, Lîbya dagir, niha jî Rûsya. Û hemîyan jî mafên wan yên vetoyê heye.’’
Rûsya, Sibata 2022yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir. Amerîka û hevbendên wê li hember dagirkerîya Rûsya piştgirî didin Kîevê.
Moskow dîyar dike ku dewletên Rojavayî şer gurtir dikin, lê ew nikarin rû li ber armancên hêzên Rûsî bigirin.
Jêder: Reuters