Keça hevalbendê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtînî roja Şemiyê hate kuştin dema ku Toyota Land Cruiser wesayîta ku wê dihajot li Rûsyayê teqiya.
Darya Dugin ku rojnamevan bû di teqîna Şemiyê da li nêzîkî Moskowayê hate kuştin.
Babê Daryayê şirovekarê siyasî yê Rûsî Alexander Dugin e, ku pir caran jê re "mejiyê Pûtînî" tê gotin.
Raporên medyayê dibêjin dibe ku armanc Alexander Dugin be, ku bi xwe yekî nîjatperest e.
Hêjayê gotinê ye ku bab û keç herdu alîgirên Rusyayê bûn bo dagirkirina Ûkraynayê.