Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komek Hunermend Diçin Giravên Marshall ji bo Hişyariya Guherîna Keşûhewayê


Giravên Marshall
Giravên Marshall

Komek ji hunermendan di roja Şemiyê de bi gemiyê ber bi Giravên Marshall ên dûr ên Okyanûsa Pasîfîkê ve diçin ku cihê herî paşguhmayî ye, bi hêvîya ku gera wan balê bikişîne ser bandora guherîna keşûhewayê û bilindbûna asta ava deryayê.

Ev ger ji hêla Cape Farewell ve hatiye amadekirin ku bi xwe bernamak çandî ye ku ji hêla hunermend David Buckland ve di sala 2001an de hate damezrandin da ku hişmendiya di derbarê keşûhewayê zêde bike.


Ev gera han wê 12-rojan berdewam bike ku bi lêkolînên hunerî û zanistî roniyê bidin ser bandora neyînî û tirsnak ya guherîna keşûhewayê û bilindbûna pileya germahiya gerdûnî li ser jiyana xelkênvan giravan.


Pilana wan ku di her rojê de ji vê gerê fîlmekî sê xulekan çêbikin, her wiha jî pêşangehek pirtûk û berhemên hunerî jî bê vekirin di dema vegera wan de.

Ev gera nehemîn ya vê komê ye, piştî ku daneyan destnîşan kir ku germahiya gerdûnî hem li ser bejahî û hem jî li deryayê gihîştiye asta xwe ya herî bilind, ji ber wê jî ew dixwazin balê bikşînin ser encamên vê germahiya zêde û bûyerên lehiyan ku li çaraliyê cîhanê dibin ji ber van guherînên keşûhewayê.

Ev kom ji 30 kesan pêk tê - 20 ji wan endamên navneteweyî ne û 10 hunermendên ciwan ên xwecihî ne. Wê gera wan 450 mîlên deryayî dirêj bike di bin navê Komij Mour Ijin "Jiyana me Li vir e"

Hunermend David Buckland
Hunermend David Buckland

Hunermend Buckland dibêje "Ez hizir dikim ku ew bangewaziyek mezin ya hişyariyê bû, ev metirsiyek rastî ye, divê ku em karekî bêhmpa bikin da ku vê metisiyê kêm bikin"

David Buckland hunermendekî Brîtanî yê ku di sala 1949-an de ji dayik bûye .
Derhêner û berhemînerê fîlman e, Emîndar, û Damezrîner & Derhêner, Cape Farewell. Berhemên wî di Muzexana Niştemanî a Portreyan de li London hatine nîşandan , û her wiha jî li Navenda Georges Pompidou, Parîs, Michael Wilson li London û Muzexaneya Metropolitan a New Yorkê de cih digirin.


Ew bi hunerê dixwaze roniyê bide ser rewşa gerdûnê û guherîna keşûhewayê û bi rêka wê bangewaziyê li cîhanê bike bo hişyariya pêşwext da ku jiyanê ji metirsiyên van guherîanan biparêzin.


Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG