Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Beşdarî Foruma Davosê Dibe


Qesra Sipî ragihand ku Serok Trump dê beşdarî Foruma Aborî ya Cîhanê ya Davosê bibe.

Berdevka Qesra Sipî Sarah Huckabee Sanders ji rojnamevanan re dîyar kir ku Serok Trump bi nasandina siyaseta ‘’Berê Amerîka’’ kêfxweş e û ew li bendê forumê ye ku li wir jî ji rêber û karsazan re qala vê siyasetê bike.

Serokên Amerîka, bo ku li nêzîkî dewlemendên cîhanê xuya nebin beşdarî forumê nedibûn. Cara dawî di sala 2000’î de Bill Clinton beşdarî forumê bûbû.

Amerîka bi giştî şandeyeke payabilind dişine foruma li Davos ya Swîsreyê. Ji Ewrupa û Afrîqa serokên hikûmetê beşdarî forumê dibin.

Foruma îsal dê di navbera 23-26’ê Çileyê de li dar keve.

XS
SM
MD
LG