Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilcivîna Davosê bi Axaftina Trump Destpê Dike


Foruma Aborî ya Cîhanê ya 50’î îro Sêşemê li Davos ya Swîsreyê destpê dike.

Serokên hikûmetan, karbidestên payabilind û nûnerên sazîyê sîvîl yên 117 dewletan dê beşdarî forumê bibin.

Ew foruma ku bi navê Hilcivîna Davosê jî tê naskirin, îsal dê bi axaftina Serokê Amerîka Donald Trump destpê bike.

Di nav beşdarên hilcivînê de, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, Seroka Komîsyona Yekîtîya Ewrupa (YE) Ursula von der Leyen û Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg jî hene.

Bizavkara îqlimê ya naskirî Greta Thunberg jî dê li hilcivînê biaxife.

Thunberg, di Tebaxa 2018’an de li pêş parlamana Swêdê sê hefteyan çalakîya rûniştinê li dar xistibû.

XS
SM
MD
LG