Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Davutoglu: Hevalbendîya bi Neteweperweran Zarar Gîhand AKP'ê


Serokwezîrê berê yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu îro Duşemê got ku hevalbendîya Serok Recep Tayyîp Erdogan ya bi neteweperweran zarar gîhand Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP).

Davutoglu di daxuyanîya piştî hilbijartinên xwecîhî de partîya xwe rexne rexne kir.

“Encamên hilbijartinê nîşan didin ku sîyaseta îtifaqê hem di alîyê dengan de, hem jî di ware nasnamê de zîyan gîhandiye partîya me.”

Davutoglu yek jî navên herî girîng yê nav AKP’ê ye û wî di navbera 2014 û 2016’an de serokwezîrî kiribû û dû re jî alîyê Erdogan ve ji kar hatibû dûrxistin.

Hêjayî balkişandinê ye ku AKP di hilbijartinan de paytext Enqere û bajarê herî Stenbolji dest dabû.

XS
SM
MD
LG