Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Davutoglu û Kiliçdaroglu bo Pêkanîna Koalîsyonê Dicivin


Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ligel rêberê partiya sekuler, anku Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu kom dibe, bi mebesta gotûbêjkirina damezrandina hikûmeteke koalisyonê.

Partiya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya desthilatdar piranîya piştrast di hilbijartinên Hezîrana borî de bidest nexist, loma neçar e ku hikûmetê bi partiyeke din re ava bike.

Delegasyonên her du partiyan jimareke civîn pêk anîne. Rêberên her du aliyan îro Duşemê kom bûn da ku hemû pirsgirêkên nerêkeftî bînin pêş.

Li gor qanûna bingehîn, heta 23’ê vê mehê dem heye ku hikûmetek were ava kirin. Eger ew yek pêk nehat, hîngê divê hilbijartinên nû werin darxistin.

Tê ragihandin ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan hez dike hilbijartinên nû pêk werin, da ku AKP’ê bêtir dengan bidest bixe û bi tena xwe hikûmetekê damezrîne.

XS
SM
MD
LG