Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Partîya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li Amedê bû


Ahmet Davutoglu
Ahmet Davutoglu

Serokwezîrê berê yê Tirkîye û serokê Gelecek Partisi (Partîya Pêşerojê) Ahmet Davutoglu jibo beşdarê kongreya partîya xwe bibe roja Yekşemê li Amedê bû.

Davutoglu di axaftina xwe de li ser perwerdeya bi zimanê dayikê, pirsgirêka Kurd û rêvebirîya deshilyatîya AKP’ê peyam dan.

Wî got ku li Tirkîye ji dema Osmanîyan vir ve, bi encama polîtîkayên xelet pirsgirêka nasnamê dewam dike.

‘’Wan pêşî Kurd kirin pirsgirêk, paşê jî wê pirsgirêkê bê çareserî hiştin. Bi sîyaseteke gendel û bi destûra bingehîn ya serdema derbeya leşkerî dubendîyê kirin nav mirovan. Di alîyekî de terora PKK’ê, di hêleke din de yên ku berjewendîya xwe di terore de dibinin. Netewa me û hemî Tirkîyê hêjayî edalet û hizur û jîyaneke bi rûmet nedîtin.”

Davutoglu bi berdewamî got ku ew tene dizanin di dema hilbijartinan de deng ji gel bixwazin. “Dema ku hun denge xwe nadin jî pişta xwe didin we û qayuman didin ser şaredarîyên we.''

Ew bê ku bi nav bike, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî rexne kir.

''Ew ên ku li hember sindoqên hilbjartinê rêya çîya weke alternatîf dibînin, hun denge xwe bidin kîjan namzedi jî qomîserên KCK’ê didin ser îradeya şaredar û rêvebiriyeke din datînin. Her du alî jî bawerîya xwe bi îradeya serbixwe ya gel nayînin''

KHF_08_10_2020_Davutoglu
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:18 0:00

XS
SM
MD
LG