Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Davutoglu li Baroya Amedê li ser Kuştina Tahîr Elçi Çi Got?


Serokwezîrê bere û Serokê Partîya Gelecek (Dahatû) Ahmet Davutoglu di serdana Amedê de roja Yekşemê serdana Baroya Amedê kir.

Berîya serdanê, Davutoglu li ser kuştina Tahîr Elçî peyîvîbû û kuştina Elçî wek suîqasteke sîyasî bi nav kiribû.

''Di sala 2014’an de me bi Tahîr Elçî re hevdîtek kir. Li ser alozîyên wê deme hizrên xwe bi eşkereyî, weke rewşenbîrek anî ziman. Em jî dixwazin ku êrîşkarên wî werin dîtin. Bawerîya min jibo serwerîya hiqûqê tam e,'' Davutoglu got.

Baroya Amedê, piştî serdana Davutoglu fotografa hevdîtinê li ser medya civakî parve kir, lê ev yek bû armanca rexneyên tund.

Di hin peyaman de hate gotin ku Elçî di dema Davutoglu de bû armanca gefan û piştî wan gefan û doza dijî wî ew hatiye kuştin.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, behsa serdana Davutoglu kir û berevanî li hevdîtinê kir.

''Tevî ku me dizanî ku emê ki ser vê serdanê werin rexne kirin jî, me jibo doza Tahîr Elçî daxwaza serdanê qebûl kir. Heta niha Davutoglu li ser kuştina Elçî bi kesî re nepeyîvîbû.”

Eren da zanîn ku wan nerînên xwe yên derheqa kuştina Elçî bi eşkereyî ji Davutoglu re gotin.

“Me ji wî re got ku berpirsê vê kuştinê tu yî jiber ku di dema te de Tahîr Elçî hate qir kirin. Em dizanin ku tu jî gelek tiştan dizanî û te gotîye suîqkasteke sîyasî ye. Divê bi zelalî hemê tiştên ku dizanî ji bîragiştî re eşkere bikî.’’

Eren ragihand ku Davutoglu ji wan re got ku di wê demê de her tişt bi xirabî çêbûn û di nava dewletê de hin hêzên cuda hene.

“Davutoglu xwe parast, lê me ji wî re got ku em vana qebûl nakin jiber ku tu serokwezîrê wê deme bûyî.”

Eren bi berdewamî got ku hatina Davutoglu ne tiştekî ji rêzê ye û wan xwest ku derbarê kuştina Elçî de hin agahî bicivînin.

Di doza Tahîr Elçî de parêzerên malbata Elçî xwest ku Davutoglu wek şahidwere guhdar kirin, lê dadgehê ev dexwaz red kiribû.

Eren bal kişand ku piştî daxuyanîyên dawî yên Davutoglu, ewê ji dadgehê bixwazin ku ew weke şahid were guhdar kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku piştî çar salan doza Tahîr Elçî di Cotmeha 2020’an de destpê kir û heta neha sê rûniştin çêbûn.

Di dozê de şervanê PKK’ê yê, ku ew roj du polîs kuştin û ber bi Elçî ve dibeze weke gumanbarê sereke hatiye bi nav kirin, lê ew kes heta niha fîrarî ye.

Her sê polîsên ku di kêlîyên kuştina Elçî de gule berî ser her du şervanan PKK’ê didin, bi tawana bêmebest kuştinê û bê ku girtî bin, tên darizandin.

Baroya Amedê li Zanîngeha Londonê ji dîmenên dema kuştina Tahîr Elçî lêkolinek zanîstî dabû çêkirin û di wê raporê de her sê polîs wek gumanbarên serekî hatibûn destnîşan kirin.

XS
SM
MD
LG