Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Davutoglu li Enqerê bi Rojnamvanan re Civîya


Serokê Giştî yê Partîya Dahatû û Serokwezîrê berê yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu li navenda partîyê bi rojnamevanên bîyanî re civîya.

Davutoglu, di çarçoveyeke berfireh de li ser sîyaseta navxweyî û dîplomatîk ya Tirkîyê sekinî û got, “Li Tirkîyê desthilatîya ku li ser kare hem li hundir û hem jî lî der qeyranê sîyasî û dîplomatîk çêkiriye.”

Di tevahîya sîyaseta Tirkîyê de eşkere dibe ku têkilîyên Tirkîyê bi gelek welatan re di nav rewşeke nebaş da ye.

Serokê Partîya Dahatû Davûtoglu gava behsa van pirsgirêkan kir bi taybet li ser têkilîyên Tirkîyê û Amerîkayê rawestîya û nêrînê xwe wiha dîyar kir:

“Ez berî her tiştî girîngîyê didim têkilîyên stratejîk. Bi kîjan welatî re dibe bila bibe ya girîng têkilîyên rojane na têkilîyên hergavî girîng in. Bi Amerîkayê re jî pêdivî ye têkilîyên me di nav têkilîyên stratejîk de bin. Amerîka welatekî NATO’yê ye. Di demên berê de jî di navbera Tirkîyê û Amerîkayê de kêşe dibûn, lê ew hemû di nav xeta dîplomasîyê de dihat çareserkirin. Ka îro temaşe bikin têkilîyên Tirkîyê û Amerîkayê di nav qeyraneke de ye û ev kêşeyan didomin.”

Di rojên borî de balyozê Amerîkî serdana Davutoglu kiribû. Wî got ku di vê serdanê de jî eşkere bûyek ku qeyrana Tirkîyê û Amerîkayê zêdetir bûye.

“Balyozê Amerîkayê serdana me kiribû. Di axaftinên wî de dîyar dibû ku têkilîyên Tirkîyê û Amerîkayê di rewşeke ne baş de ye. Di van têkilîyan de di warê vîzyona stratejîyê ya hevpar de kêmahîyeke mezin heye. Projeya F-35 ji bo Tirkîyê gelek girîng e. Pêdivî ye Tirkîye ji vê projeyê dest bernede. Bi vê sîyaseta rojane têkilîyên Tirkîyê û Amerîkayê ser nakeve û nikare tiştekî wiha jî rabikin. Salekê zêdetire ku li Amerîkayê hilbijartin xilas bûn, lê heta niha jî Tirkîyê ligel Amerîkayê rûneniştiyê. Hevdîtinên ku hatin çêkirin jî di civînên NATO û G-20 de bû.”

Davutoglu li ser pirsgirêka Sûrîyê û Rojava jî rawestîya û got ku Tirkîye pêdivî ye bi Amerîkayê re ser vê meselê di nav xeta restîn de, hevkarî bike.

“Hemû mesele ew e ku ev desthilatî dibêje ez xwe nexim nav sîyaseteke vekêşanê. Li Sûrîyê û Rojava persgirêk heye. YPG û PYD heye. Li vê derê ya girîng ew e ku li tevahîya Sûrîyê têkilîyên Tirkîyê û Amerîkayê, Tirkîyê û Rûsyayê di nav xeteka rastane de were dîyar kirin. Heke bi vî şiklî be wê gavê pirsgirêka herêma Îdlibê an jî pirsgirêka Rojava nayê çareser kirin. Êdî pêdivî ye ku Tirkîye bi Amerîkayê re rûnê û bibêje em hevparê stratejîk in û li Sûrîyê perspektîfeke nû biafrînin. Heke perspektîfeke nû were çêkirin wê gavê pirsgirêka Kurdan, Ereban an jî Rojava jî wê çareser be.”

Di civînê de pirsek li ser dersa zimanê bijarte jî jê hate pirsîn. Davutoglu got ku li vî welatî her ziman pîroz e.

“Pêdivî ye hemû ziman werin parastin û divê li Kurmancî û Zazakî jî di heman çarçoveyê de were temaşe kirin.”

ED_13_01_2022_Ahmet_Davutoglu.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:14 0:00

XS
SM
MD
LG