Însîyatîfa Dayîkên Aştîyê roja Pêncşemê li Stenbolê bi daxuyanîyekê xwest, di pêvajoya çareserîyê de hikûmet gavên wêrek bavêje.
Dayikên Kurd dîyar kirin, ‘divê bêyî ti zirarek bigehîje zarokên wan, ev pêvajo bi awayekî dilsozane were encamdan.’
Di daxuyanîya dayikên aştîyê de hate gotin, ew wek dayikên aştîyê barê vê pêvajoyê ligel hêvî, guman û metirsîyan hildigirin ser xwe.
Dayikek bi navê Guler Bugday ji Dengê Amerîka re wiha got: “Jibo pêkanîna aştîyeke mayînde, berî her tiştî divê rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî di nav de, hemû girtîyên Kurd yên sîyasî werin berdan.
Bugday bal kişand ser şerê ku van rojên dawî li dijî herêma Kurdên Sûrîyê pêk tê û got, ‘em berxwedana Kurdên Rojava ya li dijî grubên çekdar silav dikin.’
Dayikên Aştîyê, herwiha ji hevjîna Serokwezîr Erdogan, Emîne Erdogan jî daxwaz kirin ku jibo avêtina gavên qanûnî û lezandina pêvajoyê pişrgirî bide wan.