Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Salvegera Qirkirina Enqerê de Çîroka Balkêş ya Dayika Meryem


Meryem Bulut, bi navê naskirî Dayika Meryem ew dayike ku ji bo aştîyê her dem li kolanan bû û hemû bangên wê li ser aştî bû.

Dayika Meryem ku cara dawîn jibo aştîyê di 10’ê Cotmeha 2015'an de berê xwe dabû Enqerê, di êrîşa xwekujî ya wê rojê de jîyana xwe ji dest da.

Bulut herwiha yek jî Dayikên Şemîyê bû ku ji salên 90’î vir ve pey kurê xwe Ahmet ê ku di binçavan de hatiye winda kirin.

Ew jibo ku kes nemire, li ber sînoran dibû mertala zindî, li Kobanê, Sêwasê, Şirnêxê, li biranîna Hrant Dînk û li mîtînga aştîyê her dem banga aştîyê dikir.

Keça wê Behîye qala dayika xwe dike ku çawa tim li dû kezeba xwe bû, lê kezaba xwe nedît.

Dayika Meryem 75 salî bû. Di darbeya 12'ê Îlonê de, neçar dibe mala xwe dibe bajarê Îskenderûnê û 25 salan li vir dimîne.

Kurê wê Ahmet di salên 90'î de tê girtin û di binçavan hinda dibe. Ji wê rojê pê ve Dayika Meryem li her derê li pey şopa kurê xwe Ahmet digerîya.

Keça wê ya din, Hîkmet Polat ku kurê wê di refên YPGê de jîyana xwe dest dide. Wiha li ser dîya xwe dipeyîve.

“Di navbera mirina kurê min û dayika min de 6 meh heye. Min digot wê axê bavejin ser min, nevêjin ser Çekdarê min. Ew ax avêtin ser dayika min.”

Kurê Dayika Meryem, Şêxmûs Bulut jî got ku secada dayika wî ya ku herdem li ser nimêj dikir, vala maye.

Piştî Dayika Meryem jîyana xwe ji dest dide, keçîkeke Şêxmûs çêdibe û navê Meryem lê dikin. Di nav mal û ji derve de hemû kes ji keça Şêxmûs re dibêjin Dayika Meryem û wê wek dayika xwe dibînin.

ZY_10_10_16_Dayika_Meryem
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:57 0:00

XS
SM
MD
LG