Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Girtina Kişanak û Anli, DBP Biryara Xwepêşandana Rojane Dide


Diyarbakir Municipality
Diyarbakir Municipality

Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli roja Yekşemê bi tawana endamtîya rêxistina terorê hatin girtin û ew şandin Girtigeha Kandira ya li bajarê Kocaelî.

Roja Çarşemê, qeymeqamê navçeya Etimesgut ya Enqerê, Cumalî Atilla li şûna hevşaredaran, wek şaredarê Amedê hat destnîşan kirin. Şaredarê nehilbijartî, roja Çarşemê di heftê sibê de çû avahîya şaredarîyê.

Endamên meclîsa şaredarîyê şeş roj bûn ku li hola meclisa şaredarîyê li dijî girtina şaredaran û tayînkirina kayum çalakîya runiştinê dabûn destpê kirin.

Saeta ku Cumalî Atila ket hindurê şaredarîyê, endamên meclisê bi çepikan protesto kirin û ji avahîyê derketin.

Niha avahîya şaredarîyê ji çar alîyan hatiye girtin û bi dehan wesaîyitên zirxîn û polîs li dorê wê sekinîne.

Do piranîya xebatkarên şaredarîyê neçûn kar. Yên ku çûn kar jî piştî kontrolan, bi nasnameyên şaredarîyê dikaribûn derbazî şaredarîyê bibin.

Hevseroka Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel ligel parlamenterên HDPê yên Amedê, li nêzî şaredarîyê daxuyanîyek da.

“AKP niha weke sîstemeke faşîst dest dide ser şaredarîyan û şaredaran dike hepsê. Ev derbeye li ser îrada gel û em ne derbeya AKPê ne jî kayumê wan nasnakin,” Tuncelê got.

Wê dîyar kir ku AKP di heman demê de li ser DBP, HDP qirkirinek sîyasî daye destpê kirin û herî dawî li Mêrdînê 30 rêvebirên wan hatine desteser kirin.

KHF_11_3_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:08 0:00

XS
SM
MD
LG