Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şaredarên DBP'ê Dijî Destdanîna Bajarvanîyan li Amedê Civîyan


Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkîyê di 11’ê Îlonê de bi biryara qanûna taybet ya dema rewşa awarte, dest danî ser 28 şaredarîyan ku 24 ji wan yên Partîya Herêmên Demokrat (DBP) ne.

Do jî hikûmetê dest danî ser rêvebirîya şaredarîya Hezexê (Îdil) û şaredar Mehdî Aslan jî hat dester kirin. DBP li Amedê li dijî kayyuman kambûnek lidarxist.

Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel, di destpêka civinê de axivî û bi zimanek tûnd kanûna destdanîna ser şaredarîyan şermezar kir.

Tuncel got ku heta niha dest danîne ser 25 şaredarîyên DBPê û bi van yasayan rê li ber îtirazê jî hatîye girtin. Wê da zanîn ku li ser navê her şaredarîyek wê serî li Dadgeha Bilind û Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupayê bixin.

"Li dijî Kurdan pêvajoyek hatîye destpê kirin. Dest didin ser şaredarîyê wan, hem mamostê wan ji kar davêjin, hem jî hem jî dixwazin hemî qadên dewletê ji Kurdan paqij bikin. Qanûna tekoşîna li dijî terorê bûye qanûna li dijî Kurdan. Li ser navê rewşa awarte teroreke mezin li ser Kurdan tê meşandin."

Tuncel bi zimenekî tund partîya sereka ya opozisyonê CHP’ê jî rexne kir û got CHP di van kiryaran de şirîkê AKP’ê ye jiber ku deng nake û rê li AKP’ê xweş dike.

Hêjayî gotinê ye cara pêşî kayum şandin ser şaredarîya Batmanê ku li wir gelek caran protesto çêbûn. Hevşaredara berê ya Batmanê Gulistan Akel ji dengê Amerîka re got ku "Ew vê biryarê qebûl nakin û heta dawîyê li dijî vê bê hilqûqîyê tekoşînê bikin."

Hevşaredarê Amedê Firat Anli got "AKP dixwaze li çar perçê Kurdistanê destketinên Kurdan têk bibe. Lê, Kurd ne Kurdên sed sal berê ne."

KHF_9_22_16_DBP
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:16 0:00

XS
SM
MD
LG